Welatiyên Qamişlo kiryarên PDK’ê li dijî Gerîlayan şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gerîlayan re ragihandin.
Stêra Nezîr Demîrtaş hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got:
”Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake.”
Stêra Demîrtaş destnîşan kir ku Gerîla ji bo parastina gel têdikoşe.
Stêra di dawiyê de teqez kir ku ew ê wefaderên berxwedana gerîla bin.
Marya Xelef Murad jî êrişa li dijî gerîla weke êrişa li ser tevahî Kurdan bi nav kir û got:
“Tu kes nikare me ji gerîla dûr bixe.
Piştevaniya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanetek li doza Kurd e.”
Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Osê jî da zanîn ku piştevaniya PDK’ê ya bi dijminên Kurdan re ne tiştekî nû ye û got:
“PDK’ê xeta xiyanetê hilbijartiye, lê PKK’ê jî ji bo azadiya gelê Kurdistanê xeta berxwedanê hilbijartiye.”
Her wiha Ebdurehman Ebdo bang li gelê Kurd kir ku li hemberî PDK’ê û tevkariya wî ya bi dijminên Kurdistanê re bisekinin.



