Rojnamevan Ş. Deniz Firat li ser gora xwe ya li Wanê û li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di salvegera şahadeta xwe de hate bibîranîn.
Malbat û hevalên rojnameger ên Denîz di bibîranînê de amade bûn.
Di bîranînê de rojnamevan Rojda Aydin axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî vê mîrateyê derbikevin û wek çapemeniya azad û jinên kurd li ser şopa wê bin.
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî axivî û diyar kir ku Denîz Firat her çiqasî têkoşerek çapemeniyê bû, her wiha girêdayî doz û gelê xwe jî bû.
Herî dawî birayê Denîz, Seyat Yildiztan jî anî ziman ku ew ê xwedî li têkoşîna şehîd Deniz derbikevin.
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Denîz Firat.