Rewşenbîrê ji Rojavayê Kurdistanê Abdullah Şikakî diyar kir ku li diijî qirkirin û dagirkerina Kurdistanê divê rewşenbîr seferber bibin.
Abdullah Şikakî got: “Dewleta Tirk Hebûna Kurdan wekî tinebûna Tirkan dihesibîne.
Di vê rewşê de roleke mezin dikeve ser milê rewşenbîran.
Rewşenbîrê ji Rojavayê Kurdistanê Abdullah Şikakî, têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser gelê kurd û li hemberî êrîşan erkên rewşenbîran nirxandin kir.
Abdullah Şikakî destnîşan kir ku dewletên dagirker û hêzên hegemon ji bo têkbirina serhildana Kurdan a serdemê, di nav liv û tevgerê de ne û bal kişand ser rola rewşenbîran a dijî van planan:
“Dewleta Tirk ji bo vê şoreşa Kurdistanê têk bibe bi her çar dagirkerên Kurdistanê re ketiye nav têkiliyê.
Hebûna Kurdan wekî tinebûna Tirkan dihesibîne.
Di vê rewşê de roleke mezin dikeve ser milê rewşenbîran.
Dijî qirkirin û dagirkerina Kurdistanê divê rewşenbîr seferber bibin.
Ev serhildana dawî, ji bo Kurdan derfeta dawî ye.
Ger ev şoreş neyê parastin, dê gelê Kurd careke din nikaribe serê xwe hilde.”
Abdullah Şikakî: Yekîtîiya rewşenbîrên Kurdistanê pêwîst e
Şikakî ji bo pêşîgirtina xeteriyan pêşniyar kir ku li çar aliyên Kurdistanê rewşenbîr hêza xwe bikin yek û ev tişt anîn ziman:
“Li Rojavayê Kurdistanê çend yekîtiyên rewşenbîran hene, lê mixabin li gorî pêwîstiyên demê tevnagerin, lewaz in.
Her wiha hin rewşenbîr hene ku li hemberî şoreşê disekinin û dixwazin şoreşê têk bibin.
Dijî her dijber û dijminan divê rewşenbîr hêza xwe bikin yek û yekîtiyek rewşenbîrên Kurdistanê çêbikin.”
Abdullah Şikakî: Yêkîtiya gel ava bûye niha pêwîstî bi kongreyê heye
Abdullah Şikakî da zanîn ku di jiyanê de gelê Kurd yekîtiya netewî ava kiriye, lewma niha tişta pêwîst lidarxistina Kongreya Netewî ye û wiha bi dawî kir
“Di tevlîbûna nav refên Tevgera Azadiyê, li hemberî êrişên ser Kobanê û Efrînê yekîtiya gel derket pêş.
Ji niha û pê ve Kongreya Netewî ya Kurdistanê divê bê lidarxistin.
Kesên nayên yekîtiye divê bên teşhîrkirin û sûcdar kirin.
Divê ji wan bê pirsîn ku çima ji yekîtiye direvin û xwe didin kêlêka dijmin?
Ev herî zêde erka rewşenbîran e, yan wê pê rabin yan jî wê îstîfa bikin û bibejin, em ne rewşenbîr in.”



