Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê toparan kir, zarokekî 6 salî birîndar bû.
Duh artêşa Tirk gundê Şêx Îs ê navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, topbaran kir.
Di encama topbaranê de, zarokê bi navê Ehmed Osman ji lingê xwe ve birîndar bû.
Ehmed, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarokê Fafînê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên Til Temir û Girê Spî jî topbaran kirin.
Di topbaran artêşa Tirk de, sivîl û nuqteyên leşkerên rejîma Sûrî hatin hedefgirtin..