Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban bi merasîmekê hate veşartin.
Bi sedan şêniyên Tebqayê di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban li goristana Şehîdan spart axê.
Ehmed Xedban 11`ê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bi navê malbata şehîd Ehmed Xedban bavê şehîd, Heysem Xedban axivî û got: “Di rêya parastina erd û gelên xwe de me bi hezaran şehîd dan, îro jî ji bo em bi xêr û aştî bijîn min kezeba xwe da, em radest nabin û wekî ku me soz daye leheng û şehîdîn xwe em ê li ser sozê bimînin.”
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayikan û diruşmên şehîd namirin de şehîd spartin axê.