Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dewreyeke din a ezmûnan ragihand

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dewreyeke din a ezmûnan ragihand.

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku xwendekarên bi ser neketine, hîna rêya serketinê li pêş we vekiriye ku bi serkevin.

Girêdayî mercên dewreya temamker Rohat Xelîl eşkere kir ku nabe ku xwendekarê/a di 4 metiriyalan de bi bin ketiye tev li dewreya temamker bibe.

Lê mafên xwendekarê/a heye ku di 3 metiriyalan bi bin ketiye tev li dewreya tekmîlê bibe, her wiha xwendekarên serketî jî dikarin bi 2 metiryalan tevlî li dewreya temamker bibin.

Li gorî Rohat Xelîl, nêzî 4 hezar xwendekarên qonaxa amadehî û 7 hezar xwendekarên qonaxa navîn beşdarî ezmûnan bûn.

Rohat Xelîl eşkere kir ku rêjeya serketinê ya qonaxa amadehî bi şaxên wê yên zanistî, wêjeyî û pîşeyî ji sedeî 63 bû.

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê got ”em xwenekarên serketî hemûyan pîroz dikin û dibêjin serê me bi we bilind e.”

Back to top button