Îro Şaxa veguhastinê ya şaredariya kantona Hesekê civiya. Li vir, gelek biryarên nû derbarê veguhastinê de hatin girtin.
Hevserokatiya şaredariya gel a bajêr, şaredariya gel a navçeya başûr û nûnerên ji rêveberiya trafîkê, şaxê zimhêrê, gerînendetiya sotemenî, gerînendetiya veguhastin û sandîkaya ajokaran a Hesekê li hev civiyan.
Di civînê de mijarên xizmetguzarî û binesaziyê hatin nîqaşkirin û pêşînyar ji bo xebata alavan û tevgera wê hêsan bibe hatin kirin.
Hevserokê şaxa veguhastinê ya şaredariya gel a Hesekê Asim Hac Omer diyar kir ku wan hin biryar girtin û dê tavilê bikevin pratîkê.