YJŞ: Jin wê bi berxwedanê azad bibe

Fermandariya Hêzên Parastina Jinan (HPJ) û Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyan 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin; Pêwîst e em hemû di bingehê îdeolojîk, felsefîk û manewî de bên gel hev, rêxistinbûneke piralî ava bikin û wek hebûna jinê, bijîn.

Fermandariya YJŞ’ê jî 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinî û xweparastina jinê û got:

Ji bo me 8’ê Adarê nîşaneya keda jinê ye. Li hemberî neheqî û qirkirinê bi wateya israra têkoşîna azadiyê ye.
Ji bo jinên rêxistinkirî, xwedî vîn û xweparastinê, her rojên salê rojên jinê ye.

Fermandariya YJŞ’ê diyar kir ku bi vê têgihiştinê, li Şengalê li ser mîrateya 8’ê Adarê têkoşîn tê meşandin û wiha anî ziman:

Xwezaya jinê ji her demê bêhtir ronî bûye. Ya herî girîng jî, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye dirûşma sedsala 21’ê, jin wê bi berxwedanê azad bibe.

HPJ’ê: Pêwîst e jin rêxistinbûyîneke pir alî ava bikin

Fermandariya Hêzên Parastina Jinan (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li Rêber APo, jinên ku pêşengitiya azadiya jinan kirine pîroz dikin û got;

Vê riya berxwedanê de Şehîd Sara bi asta xwe ya hêza fikir, wate sînorên hebûn û nebûna fizîkî derbas kir û bû bîrdoziyek ku îro bi hezaran gerîla fedaîyên xeta wê ne.

HPJ’ê di peyama xwe de bal kişand ser berxwedana Gerîlayan û wiha domand:

Em gerîlayên HPJ’ê ên di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin.

Da bikaribin jinan bi yek deng, li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo kom bikin û di xeta bîrdoziya azadiya jin xwe de rêxistin bikin.

HPJ’ê peyama xwe wiha bi dawî kir:

Pêwîst e em hemû di bingehê îdeolojîk, felsefîk û manewî de bên gel hev, rêxistinbûneke piralî ava bikin.

Ji bo jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe bigihînin hev, pêngava 8’ê Adarê divê bibe bingeha yekitî û bilindkirina têkoşînê.

Back to top button