Xebatên serjimariyê li herêma Cizîrê dewam dikin. Îro li bajarok û navçeyên başûr û rojhilatê Hesekê dest bi xebatên serjimariyê hat kirin.
Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjiamriyê vê sibê li navçeyên Hol, Erîşa, Şedadê, Ebdan, Mergeda û Dişîşa dest bi xebatên serjimariyê kir.
Di vê xebatê, gelek Memoste û rêveberên Komîn, çavdêrên navendên perwerdeyê li navçeyan û çavdêrên Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê, cih digirin.
Hevserokê Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac Elî der barê mijarê axivî û got:
“Armanca me ji vê xebatê, komkirina agahiyên têkildarî rewşa civakî, malbatî,belgekirina agahiyan e.
Tê payîn ku wê xebatên serjimariyê 2 rojan dewam bike.



