Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ehmed el Zihêr şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li Dêrazorê şehîd bû, eşkere kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo jî gerîlayê HPG’ê şehîd Hilgurt Bagok bi merasîmekê bibîranîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan şehîd bûye.

Di daxuynaiyê de hate ragihandin ku endamê wan duh (17’ê Tîrmehê) dema li ser erka xwe bû, li Dêrazorê şehîd bû.

Di dawiyê daxuyaniyê de, sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza berdewamkirina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye: Nav û paşnav Ehmed El-Zahêr, 17’ê Tîrmeha 2022’an li El-Hicne ya Dêrazorê şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo gerîlayê HPG’ê Helgurt Bagok bibîranî

Li Qamişlo jî Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG’ê Celal Ozlûk bi nasnav Helgurt Bagok ku di 2018 li herêma Garê şehîd bibû, merasîmek li dar xist.

Merasîm di bin konê sersaxiyê yê malbatê vegirtiye de pêk hat.

Di merasîmê de bi ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îsam Sebrî axivî û diyar kir ku şehîdan ji bo dozeke mezin canê xwe feda kirine.

Her wiha bi navê Rêveberiya bajar a Qamişlo jî Sebrî Qamişlo axivî û behsa têkoşîna şehîdan kir.

Malbata şehîd Helgurt jî bi van gotinan soza şopandina riya şehîdan didin.

Endama Saziya malbatê şehîdan Ayida Xelîl jî detnîşan kir ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Back to top button