HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakî lidarxistin.
HPG’ê ragihand di encama 7 çalakiyan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 çeper jî hatin rûxandin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir tîmên bi tevger yên gerîla bi rihê fedayî yê Apocî çalakiyên xwe didomînin, derbên giran li hêzên dagirker dixin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 28’ê Îlonê li Qada Sîda ya herêma Zapê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku li derdora çeperên şer yên li Şehîd Agir bûn.

Di encama vê çalakiyê de çeperek û çekeke giran hatin rûxandin û 2 dagirker hatin kuştin.

29’ê Îlonê li qada Çemço di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger yên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 28’ê Îlonê tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker yên li Girê Şehîd Axîn a girêdayî herêma Xakurkê xistin.

Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 6 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 27’ê Îlonê li Girê Hekarî yê herêma Metînayê li hêzên dagirker hate xistin.

Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk 14 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebarankirin.

HPG’ê: Çalakiya fedayî ya li Mêrsînê hevrêyên me Sara û Rûken pêk anîn

Back to top button