Li Hesekê û Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos û Şervanê YPG bi merasîmekî hatin oxir kirin
Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û gotin:
Em ê di oxira parastina jiyaneke birûmet û azad de ji bo vî gelî û welatî canê xwe bidin.”
Li Hesekê şeniyan cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Mihemed El Xilêf li goristana şehîdan sipartin axê.
Şervanê Hêzên Komandos Mihemed El Xilêf (Harûn) di 17′ê Cotmehê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbû.
Di merasî mê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û ev tişt anîn ziman:
“Bi şehadeta welatiyên me israra me ya berxwedana û parastina xaka û destkeftiyên şoreşa me zêde dibe.
Em di oxira parastina jiyaneke birûmet û azad de ji bo vî gelî û welatî dudilî nabin ku canê xwe bidin.”
Paşê wesîqeya şehîd Mihemed El Xilêf hate xwend û radestî malbatê kirin.
Şeniyên Şehba cenazeyê şehîd Bahoz Heleb oxir kir
Li Şehbayê jî cenazeyê Beşar Bekir ango bi nasnav Bahoz Heleb ku di 15’ê Cotmehê de şehîd bûbû bi merasîmekê hate spartin
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyê Şehîd Bahoz li Goristana Şehîd Berxwedana Serdemê oxir kirin .
Di merasîmê de li ser navê meclisa malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Welo axfî û got:
“Gelek alî hewl didin bi rêya fîtneyan ewlehiya herêmê têk bibin, lê gelên herêmê ev plan têk birin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser parast.
Ev jî bi berdelên giran pêk hat. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin.
Bi navê Rêberiya meclisa kantona Efrînê jî Sosin Hemo axifî û diyar kir ku azadiya gelan bi fedakariya şehîdan tên pêkanîn.
Piştî axaftin û peyamên sersaxî nasnameya şehîd rasestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hate veşartin.
Xelkê Helebê sersaxî da malbata şehîd Elî Ebdullah
Her wiha Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî sersaxî dan malbata fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şehîd Elî Ebdullah.
Şehîd Elî Ebdullah di 18’ê Cotmehê de de di encama qeyrana dil de şehîd bû û doh bi merasîmekî hatibû oxirkirin.



