Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane 4 ciwan êşkence kirin.
Şevê din 4 ciwanên ji bajarê Hesekê hewl dan ji aliyê bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyê bibin.
Ev ciwan ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin girtin û êşkence li wan hate kirin.
Leşkerên dewleta Tirk piştî êşkence li wan kirin ew dersînor kirin.
Hêzên Asayîşê 2 ciwan rewşa wan ya tenduristiyê nebaş bû rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.
Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38), niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Lê heta niha agahî ji her du ciwanên din nayê girtin.