Li Îtalyayê ji ber binavbûna keştiyê 20 kes mirin

Hejmara kesên di encama binavbûna keştiya penaberan a Îtalyayê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 20’an.

Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê der barê keştiya penaberan a ku di 17’ê Hezîranê de noqî avê bû daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî bûyera 17’ê Hezîranê roja Duşemê 120 mîl dûrî peravên herêma Kalabriyayê pêk hat xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê keştiya Ewlehiya Peravê Dattilo li cihê bûyerê 12 cenazeyên din ji behrê derxistine.

Di bûyera ku di 17’ê Hezîranê de pêk hat de 12 penaber ji keştiya bar a ku di herêmê re derbas dibû hatin rizgarkirin.

Her wiha ji îfadeyên kesên hatin rizgarkirin hat fêmkirin ku di keştiyê de 26 jê zarok 66 kesên din jî hebûn û winda bûne.

Bûyera herî dawî piştî qezaya keştiyê ya di Sibata 2023’yan de ku 35 jê zarok bi giştî 94 penaber jiyana xwe ji dest dabûn, li herêmê weke qezaya herî mezin a duyemîn hat tomarkirin.

Back to top button