Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê êrîşeke esîmanî li ser wesayîtekê pêk anî.
Di êrîşê de fermandarê Tugaya Kassam jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çapemeniya Fîlîstînê:
Îsraîlê li Rojavayê Şerîa ya dagirkirî, , bi balafirek bêmirov êrîşî wesayîtekê kir.
Di encama êrîşê de agir bi wesayîtê ket û kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
Di nava 5 kesên mirî de, yek ji fermandarên Tugaya Îzzedîn El Kassam, Heysem Nureddin Bileydi jî heye.
Tugaya Îzzeddîn El Kasam baskê leşkerî yê Hamasê ye.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Fîlîstînê, WAFA ev agahî piştrast kirin.
Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di wesayîtê de berxwedêrên çekdar hene.



