Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di nav şandeya serdana Başûrê Kurdistanê de cih digirt diyar kir ku li Başûr polîtîka ya bişaftinê di asta herî jorde de.
Her wiha Newroz Uysal diyar kir ku di hevdîtînê de li hemberî dagirkeriya li ser Başûrê xurtkirina yekîtiya neteweyî hat nîqaşkirin.
Ji bo pêşî li girtina êrişên Tirkiyeyê bê girtin û avakirina yekitiya neteweyî ya kurd hewldanên partiyên siyasî yên kurd berdewam dikin.
Şandeyeke jinan ku ji aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) pêk dihat serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di şandeyê de cih digirt der barê girîngî û armanca serdan xwe de axavî.
“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin”
Newroz uysal Aslan da zanîn ku yek ji mijarên herî girîng ên serdanê tecrîd bû û got:
“Armanca sereke ya serdana me ew bû ku em li ser şerên ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin û êrişên dawî yên li ser başurê Kurdistanê biaxivin û nîqaş bikin.
Yek ji mijarên herî girîng jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bû.
Hem weke jinên kurd û hem jî weke partiyên kurd me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, me li ser vê yekê nîqaş û hevdîtinan kir.”
Newroz Uysal Aslan: Pêwîstî bi yekîtiya netewî heye
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku di hevdîtinên wan ên bi partiyên Kurdistanî re fikra yekitiya neteweyî derketiye pêş û wiha domand:
“Ji bo kurd bikaribin di vê rewşa alozî û êrişan de xwe biparêzin û statuya xwe biparêzin, yekitiya neteweyî pêwîst e.
Li dijî êrişên Tirkiyeyê hêrseke cidî ya Başûr heye.
Me jî dît ku ji bo vê yekê divê em zêdetir têkiliyan li pêş bixin.
Ev berpirsyarî dikeve ser milê hemû kurdan.”
“Li Başûr li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin tenê televîzyonên Tirk weşanê dikin”
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser hevdîtinên şandeyê yê bi rêxistinên mafên mirovan re û wiha got:
“Me bi saziyên mafên mirovan û aktîvîstan re jî hevdîtin pêk anîn.
Tiştên ku ji me re gotin, li herêmên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê dagir kiriye bandorê li ser înternetê û televîzyonan jî dike.
Li Başûr li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin tenê televîzyonên Tirk weşanê dikin ji ber vê yekê jî zarokên li wê derê jî bi tirkî diaxivin.
Rêveberiya Başûr dibêje ku ew hewl didin statûya xwe biparêzin, lê di qonaxa niha de nikarin ziman jî biparêzin.”
Şandeya DEM Partî û TJA’yê serdana Yekîtiya Jinên kurdistanê kir



