Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tîrmehê eşkere kir.
Komeleyê diyarkirin ku 4 rojnamegerên jin hatine cezakirin û 6 rojnamegerên jin hê jî di girtîgehê de ne.
Her wiha darizandina 23 jinên rojnameger dewam dikin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tîrmehê eşkere kir.
Komelyê diyar kir ku li gor endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RFS) ya sala 2023’yan Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’an de cih digire û got:
Jinên rojnameger ên kurd ên bi taybet di hedefa îktidarê de ne vê mehê jî bi êrişa darazê rû bi rû man.
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere di 29’ê Cotmeha 2022’yan 6 rojnemevan hatin girtin û di 16’ê Gulana 2023’yan de hatin berdan.
Li 4 rojnamegerên jin 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Li gor raporê rojnamegerek jin hat binçavkirin, rojnamegerek jî di dema şopandina nûçeyan de hat astengkirin.
Darizandina 23 rojnamegeran jî dewam dikin
Rojnameger Derya Ren di 6’ê Tebaxê de hat berdan.
Di girtîgehan de jî li gor meha Tîrmehê 7 jinên rojnameger girtî ne.
Navên Jinên rojnameger ên girtî wiha ne:
- Elif Ersoy-Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
- Hatice Duman-Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
- Ozlem Seyhan-Rojnameger
- Tulay Canpolat-Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
- Selamet Turan-Rojnameger
- Ozden Kinik-Xebatkara TRT’ê



