Şerê Îsraîl û Hemasê 307 rojin didome û hejmara miriyan digihêje 40 hezar kesan.
Li heremên cuda yên li Şerîda Xezayê jî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 25 kesan mirin.
Ji aliyê din ve di êrîşa hewayî ya hêzên Îsraîlî de ku li Şerîda Xezayê 2 malan kirin armanc, 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Şerê Îsraîl û Hemasê 307 rojin didome.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê bîlançoya dawî parve kir.
Li gor Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawîn de 22 kes mirin û 77 kes jî birîndar bûn.
Her wiha weke bîlançoya giştî jî wezaretê ragihand ku hejmara miriyan derket 39 hezar 699 kesan.
Hejmara birîndaran jî derket 91 hezar 722 kesan.
Di daxuyaniyê de hat dubarekirin ku hîna di bin xirbeyan û li kêleka rê de mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û berpirsên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Li heremên cuda yên li Xezayê de 25 kes mirin
Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl li Xezayê Mahmud Basal di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên ku li dijî nuqteyên cuda yên li bajarê Xan Yûnisê hatin kirin de 20 kes mirin.
Basal bal kişand ku di erişen ku li bakure Xezeye hatin kirin de 5 kes mirin.
Her wiha Mahmud Basal da zanîn ku Îsraîlê ev 91 roj in rê li ber ketina erzaq û pêdiviyên jiyanî bo bakurê Xezeyê girtiye.
Di daxuyaniyeke din ya Yekîneya Parastina Sivîl de hate destnîşankirin ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê de li bajarê Beyt Lahya li bakurê Xezayê agir bi depoyên kelûpelan û dikanên derdora wê ket.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şewatan de tenê ziyanên madî rû dane, hat diyarkirin ku ekîb ji êrîşa duyemîn a li herêmê di dema bersivdayîna şewata li embaran de rizgar bûne.
Artêşa Îsraîlê li Xezayê 2 malan kirin armanc: 6 kes mirin
Ji aliyê din ve di êrîşa hewayî ya hêzên Îsraîlî de ku li Şerîda Xezayê 2 malan kirin armanc, 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Saziyên Parastina Sivîl ve li Xezayê hat dayîn, hêzên Îsraîlê li nêzî Stadyuma Yermûkê ya li herêma Sahabe ya li navenda bajarê Xezeyê, maleke bombebaran kir.
Di êrîşê de 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê, di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li dijî malekî de jî kesek mir.
Netanyahu: Ji bo agirbestê me bersivek ji Hemasê negirt
Li aliyê din serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu daxuyaniya Şêwirmendê Ragihandinê ya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby nirxand.
Netanyahu anî ziman ku ew bi xurtî dixebitin ku di zûtirîn dem de agirbestek li Xezayê pêk were û di danûstandinan de ji her demê bêhtir nêzî encamê ne.
Netanyahu diyar kir ku her çend Tel Avîvê “pêşniyarek zelal” pêşkêş kir û tîmek danûstandinan şand Qahîreyê, lê hukûmeta wî “bersiva agirbestê û pevguhertina girtiyan” ji Hamasê wernegirtiye.



