Ukrayna 10 kîlometreyan ket nava xaka Rûsyayê.
Ji şêwirmendên rêveberiya serokatiyê ya Ûkraynayê Mihailo Podoliak îro li ser X’ê daxuyaniyek da û got: “Şer şer e, pîvanên xwe hene û êrişkar bivê nevê divê encamên wê qebûl bikin.”
Li aliyê din li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Amerîkî (ISW), Rûsya hevkariya xwe bi Îranê re zêde dike da ku Rojava neçar bike ku alîkariya leşkerî ya zêdetir ji Ukraynayê re red bike.
Li gorî analîstan, yekîneyên Ûkraynayê bi 10 kîlometreyan ketine nava xaka Rûsyayê.
Şerê ku li herêma sînor a Kurskê diqewimin, weke derbekê tê nirxandin ku Rûsya ne li bendê bû.
Li gorî Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê, êrişa surprîz a ku Sêşemê destpê kir, encameke ‘êrişkariya’ Rûsyayê ya du sal û nîv ên dawî ye.
Ji şêwirmendên rêveberiya serokatiyê ya Ûkraynayê Mihailo Podoliak roja Pêncşemê li ser X’ê daxuyaniyek da û got:
“Şer şer e, pîvanên xwe hene û êrişkar bivê nevê divê encamên wê qebûl bikin.”
Lê belê rayedarên Ûkraynayî ji roja Sêşemê û vir ve têkildarî vê mijarê bi temamî bêdeng e, lewma Padilok ev operasyon yekser nekir karê Kîevê.
Li gorî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê, yekîneyên Ukraynayê bi qasî hezar leşker û wesayitên zirxî êrişî xaka Rûs kirine.
ISW: Rûsya hevkariya xwe bi Îranê re berfirehtir dike
Li aliyê din li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Amerîkî (ISW), Rûsya bi taybetî xwe dispêre hevkariya leşkerî.
Ji ber vê yekê, li gorî lêkolîneran, Rûsya dixwaze Rojava neçar bike ku alîkariya leşkerî ya zêdetir ji Ukraynayê re red bike.
Li gorî rojnameya New York Times (NYT), Rûsya alîkariya hewldanên Îranê dike ji bo bihêzkirina parastina esmanî ya li hember êrîşên Îsraîlê.
Bi gotineke din, wê dest bi radestkirina radarên pêşkeftî û pergalên parastina hewayî yên nenas kir.
Di heman demê de, biryara Rûsyayê ya pêşkêşkirina radar û pergalên parastina esmanî yên Îranê ku eger li Ukraynayê bi cih bibin, dikarin sûdên girîng ji hêzên Rûsî re peyda bikin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li gorî nirxandina ISW’ê ya dawî, Pûtîn plan dike ku fuze û alavên din ên leşkerî ji Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike li Yemenê bişîne da ku Îranê li dijî Rojava bikar bîne.



