Şêwata li Australiyayê ya ku ev 4 meh in didome, dighêje Emerîkaya Başûr.
Ji Îlona 2019 û vir ve li Australiyayê daristan dişewitin, ji ber van şewatan heta niha 8 milyon hektar qad bûne xwelî.
Dûmana şewatê gihiştiye Emerîkaya Başûr a ku bi hezaran kîlometreyan dûr e.
Rayedarên Şîl û Argentina didin zanîn ku dûmanê şewatê 12 hezar Km dûr çûye..
Ajansa meteorolojî ya Erjantînê SMN’ê jî diyar kir ku dibe dûman bighêje heta Brezîlyayê jî.