Xwendekaran 25 hezar daniştok ji bo dibistanên herêma Cizîrê amade kirin

Xwendekarên beşa xerat ango necartî û hesinkariyê 15 hezar daniştok ji dibistan û baxçeyên herêma cizîrê re amade kirin.

Dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê ya bajarê Qamişlo rêgeza pratîkî di perwerdeyên xwe de dide meşandin.

Di vê derbarê de îsal xwendekarên beşa xerat ango necartî û hesinkariyê 15 hezar daniştok ji dibistan û baxçeyên herêmê re amade kirin.

Her wiha amadekariyên peydakirina tevahiya pêdiviyên dibistanên Reqa, Dêrazor û Tebqayê dikin.

Xwndekaran sala derbasbûyî jî 10 hezar daniştok amadekiribû.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 17’ê Mijdara 2018’an, yekemîn dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê li bajarê Qamişlo vekir.

Back to top button