Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov li Moskowê derbarê şerê bi Ukraynayê de nirxandin kir.
Têkîldarî şerê Ukraynayê Gerasimov, got welatên rojavayî piştgiriya leşkerî, teknîkî û maddî didin Ukraynayê û wiha axivî:
“Lê dîsa jî însiyatîfa stratejik a li eniyê di destê artêşa Rûsyayê de ye.”
Gerasimov, anî ziman ku hêzên Rûs berdewam in ku herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Xersonê bigirin û herêma ewle ava bikin û wiha got:
“Di sala 2025’an de zêdetirî 300 yekîneyên niştecîh ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatin kontrolkirin.
“Zêdetirî 6 hezar û 300 kîlometre çargoşe erd ket bin kontrola me”
Vê salê zêdetirî 6 hezar û 300 kîlometre çargoşe erd ket bin kontrola me.
Ji destpêka operasyona leşkerî ya taybet ve jî nêzîkî 94 hezar kîlometre çargoşe erd hat kontrolkirin.
Artêşa Ukraynayê di salê de nêzîkî 6 hezar û 500 tank û wesayîtên zirxî, nêzîkî 11 hezar û 800 obus û hawan, û nêzîkî 500 hezar leşker winda kirin.”
Gerasimov dibêje leşkerên Rûs nîvê bajarê Konstantinovkayê yê li herêma Donetskê kontrol kirine.
Gerasimov, anî ziman ku Rojava hewl dide bi awayekî stratejîj Rûsyayê têk bibe û got ku hin welatên Ewropî alîgirê berdewamiya şerê li Ukraynayê ne.
Gerasimov anî ziman ku Ewropa ji bo pevçûna rasterast bi Rûsyayê re tê leşkerkirin û NATO li nêzî sînorên Rûsyayê binesaziya leşkerî xurt dike.
“Tedbîrên li hember ceribandinan nukleerî yên DYA’yê wê bên standin”
Gerasimov, anî ziman ku artêşa Rûsî bi çekên modern berdewam tê çekdarkirin û wiha nirxand:
“Para çekên modern di hêzên nukleerî yên stratejik de ji sedî 92 ye.
Ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê, lîwaya parastina hewayî û moşekan a bi pergala moşekên parastina hewayî S-500 hate avakirin.
Her wiha vê salê, lîwaya bi pergala moşekên balistîk ên navîn ‘Oreşnik’ hate damezrandin.”
Gerasimov, derbarê îhtîmala ceribandina nukleerî ya Amerîkayê de wiha got:
“Em pabendî berpirsiyariyên di Peymana Qedexekirina Ceribandina Nukleerî ya Berfireh de ne.
Lê heke aliyê Amerîkî dest bi ceribandinan bike, wê tedbîrên pêwîst bên standin.”
Valeriy Gerasimov ragihand ku sala bê wê tatbîqata leşkerî ya stratejik a berfireh “Navend-2026” lidar bixin.
Îngilîstan pakêtek berfireh a parastina hewayî radestî Ukraynayê kir
Li aliyê din Îngilîstan pakêtek alîkariya leşkerî ya nû ya 600 milyon sterlîn da destpêkirin da ku parastina hewayî ya Ukraynayê li dijî êrîşên zêde yên li ser xetên enerjiyê û binesaziya sivîl di mehên zivistanê de xurt bike.
Ev pakêta berfireh, ku armanc dike ewlehiya enerjiyê ya Ukraynayê û wargehên sivîl biparêze, çareseriyên teknolojîk ên pêşketî, bi taybetî li dijî balafirên bê mirov yên Rûsyayê, vedihewîne.
Pergalên modern û xurtkirina moşekan
Ji Hezîranê vir ve, hikûmeta Londonê zêdetirî hezar moşekên parastina hewayî yên li Îngilîstanê hatine çêkirin radestî Ukraynayê kiriye.
Ev radestkirin mezintirîn razemeniya salane ya Îngilîstanê di parastina hewayî ya Ukraynayê de nîşan dide.



