Hevpeymaniya Welatên Ereb li Yemenê: keştiyek bombebarkirî li hudeydayê hat teqandin

Hevpeymaniya Piştgiriya Rewayî li Yemenê ragihand ku li parêzgeha Hudeyda gemiyeke bombebarkirî ya çekdarên Hûsî hat teqandin.

Berdevkê Hevpeymaniya Piştgiriya Rewayî li Yemenê Tirkî El-Malikî da xuyakirin ku çekdarên Hûsî hewl dan, îro li başûrê deryaya Sor êrîşeke terorîstî bi riya gemiyeke bombebarkirî pêk bînin.

Tirkî diyar kir ku Hêzên Hevpeymaniya Deryayî gemiya bombebarkirî ya ku ji parêzgeha Hedîda hat berdan, teqandine.

Di heman demê de Tirkî El-Malikî da zanîn ku di 24 saetên dawî de jî 3 bombeyên deryayî li tengava Bab El-Mendeb û başûrê deryaya Sor hatin bêbandorkirin.

Çekdarên Hûsî, parêzgeha Hudeyda weke baregeha sereke ji bo avêtin mûşek, danîna mayin û berdana gemiyên bombebarkirî, bi kar tînin.

Back to top button