kampa Holê..Hêzên ewlekariyê pêşî li amadekariya şewtake a DAIŞ’ê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parestina kampa Holê şaneyeke jinên DAIŞ’ê ku hewl didan li kampê şewatê derxin, girt.

Hêzên Ewlekariyê 3 jinên çete yên biyanî di beşa “Muhacîrat” de ya taybet ji malbatên çeteyên biyanî pêktê, girt.

Her wiha cihek ku tê de madeyên şewitandinê hebûn jî, dîtin.

Yek ji berpirsên hêzên ewlekariyê yên kampê diyar kir ku wan agahî girtin ku jinên DAIŞ’î yên ji Tirkiyê bi komkirina madeyên sotemeniyê dixwazin şewateke mezin li kampê derxînin.

Her wiha teqez kir ku telefon bi jinên girtî re dîtine û bi rêya nameyan nas kir ku têkiliya wan bi şaneyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyê û Sûriyê re hene.

Hêzên Ewlekariya Hundarîn 20’ê Nîsanê cihekî ku tê de madeyên şewitandinê dihat veşartin, dît û 7’ê Gulanê jî 2 jinên DAIŞ’ê ku ji Mexrîbê yên dinava hewildana şewitandinê de bûn girtin.

Back to top button