Li Tebqa û Dêrazorê tedbîrên mewsima çinînê

Ji bo ku weke par bi dehezaran zeviyên xelkê neyên şewitandin , gelek tedbîr hatine girtin.

Ji bo mûsima îsal jî aliyên têkildar ên Tebqa û Dêrazorê rêzetedbîr girtin.

Li kêleka van tedbîran jî bang li şêniyan dikin ku her yek zeviyê xwe biparêze. 

Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman li ser rewşa çandiniyê ya îsal û tedbîrên ku girtine nirxandin kir.

Ehmed Silêman diyar kir ku “Divê cotkar zeviyên nêzî hev ji hev cuda bikin, giyayên hişk hilkin bi taybet li gel rewşên hawayê yên germ ku dibin sedema çêbûna şewatan.”

Her wiha wiha anî ziman ku ” Îsal xwediyên derasan li gorî perspektîvên Komîteya Aborî tedbîrên nû girtin jê: Peydakirina depoyekî avê bi derasan re ji bo vemirandina şewatan. Li kêleka wê jî wê traktoran bên bikaranîn”.

Li Dêrazorê jî Meclisa Sivîl a Dêrazroê şaneyek ji bo heman pirsgirêkê ava kir.

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, bi hevkariya şaredariyên gel û foca agirkujê 20 yekîne ava kirin, ev yekîne wê di dirêjahiya dema çinînê de 24 saetan amade bin.

Serokê focê Mihemed Fadil El-Hisên, diyar kir ku foc amade ye. Ji bo ku mewsima îsal biparêze.

Hevserokê Şaredariya Gel a Ebû Xeşeb Casim El-Tabaş jî diyar kir ku wan bi rêya meclisên herêmî û malên gel bi şêniyan re koordîne kirine.

Casim El-Tabaş bang li şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û ji her bûyerek bi guman agahdar bikin û bang li gel jî kir ku parastina zeviyên xwe bikin.

Back to top button