Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya baqijkirina çemê Ceqceq bi dawî dike û bang li şêniyan kir ku careke çopa xwe nevêjin.
8’ê Nîsanê şaredariyê dest bi paqijkirina çem kiribû û niha jî bi dawî dike.
Deverên ku hatine paqijkirin (pira Hizamê), (Pira Mezin a Sûkê), (Pira Sîvan), (Pira Bişêriyê) û Pira Selam in.
Şaredariyê diyar kir ku ji ber şênî û xwediyên dikanan çopên xwe davêjin çem, bêhna nexweş û nexweşî derdikevin.
Şaredariyê da zanîn ku ew ê di qonaxa duyemîn de jî zabiteyên şaredariyê wê parastina çem bikin û bang li şêniyan kir ku çopa xwe neavêjin.