Li Girê Spî çeteyan sivîlek birîndar kir

Li Girê Spî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlek ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir.

Kesê bi navê Xelîl Hisên îro li Girê Spî ji aliyê leşkerên dewleta dagirker ve birnîda bû.

Kesê navborî dema hat birîndarkirin li gundê Kor-hesen ê rojavayê Girê Spî pezê xwe diçêrand.

Hisên ê ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kobanê.

Di demên dawiyê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo agir bi zeviyên herêmê bixin, bi awayekî bê serober herêmê didin ber topba.

Back to top button