Komîteya Karûbarên Civakî ya Şedadê, zêdetirî 600 kes li gorî beşên xwendinê wan, erkdar kirin.
Komîteyê kesên ku ji zanîngehê derçûne û li derfetên kar digerin, pêşwazî dike.
Komîteyê diyar kir ku wan kar ji 600 kesan re di saziyên Rêveberiya Xweser yên navçeyê de, peyda kirine.
Serokê komîteyê Fehid El-Xidêr anî ziman ku “ew rojane bi dehan daxwaznameyan pêşwazî dikin, paşê komîte wan dinirxînin û her yek li gorî beşa xwendina xwe tê erkdarkirin.”