Ne tenê li Amerîka, ev çalakî êdî li her dera Ewropayê jî belav dibin. Li Bruksel, Medrîd, Hollanda (Naytherlands), Swîsre û Kopenhagê bi deh-hezaran kes daketin qadan.
Roja Yekşemê li dijî nijadperestiyê çalakî pêk hatin û li gelek bajaran, çalakgeran li dijî polîsan şer kirin.
Li Bruksel ya Belçîkayê, 10 hezar kes li dijî nijadperestî û tundiya polîsan meşiyan.
Li wir, pevçûn navbera xwepêşander û polîsan derket û gelek kes birîndar bûn.
Li Medrîda Îspanyayê jî, nêzî 3 hezar kes li pêşiya balyozxaneya Amerîkayê kom bûn û diyar kirin ku ‘Bêyî edalet aştî pêk nayê.’
Bi hezaran kes li Naytherlands jî li bajarên Zwolle û Maastrîchê çalakî pê anîn.
Li Lozanê ya Swîsreyê jî bi hezaran kes û bi cilên xwe yên reş daketin kolanan.
Herî dawî, Li Kopenhagê ya Danîmarkayê, 15 hezar kes daketin kolanan û tundiya polîsên li Amerîkayê şermezar kirin.