Duh, li Cinêvê rûniştina diyalogê ya Komîsyona Lêgerîna Rastiyan ya Navnetewî ji bo Sûriye hat li dar xistin. Rêxistina Mai’t a Aştî, Pêşxistinê û Mafên Mirovan a Misrê jî di civînê de bang li NY’ê kir ku zextê li dewlta Tirk bikin da ku ji herêmên bakur ê Rojhilatê Sûriyê vekişe.
Rêxistina Mai’t destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û Rojhilatê Sûrî û planên wê ji bo bicihkirina Koçberan, ji bo bakur û rojhilatê sûriyê xeterîyeke.
Rêxistinê diyar kir jî, bi dagirkerîya dewleta Tirk li herêmê, gelek sivîl hatin kuştin û binesaziyên herêmê jî hatin wêran kirin.
Rêxistinê balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser jinên Bakur û rojhilatê Sûriyê û şehîdxistina 3 jinên Kurd li gundê Hilincê yê Kobanê.