Dr. Gîsela Penteker: Divê lêkolîn li Garê were kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan teqez kir ku artêşa Tirk çekên kimyewî li Garê bi kar anî. Têkildarî vê yekê, berpirsê desteya Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nuklerî yê Tirkiyê Dr.Gîsela Penteker teqez kir ku divê lêkolîn li Garê were kirin.

Berpirsa Bijîşkên Navnetewî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nuklerî (IPPNW) ya ji bo Tirkiyê Dr.Gîsela Penteker anî ziman ku dîmen û wêneyên ji cihê şerê li ser Garê ne bes in û divê bi awayekî zanistî were teqezkirin.

Dewleta Tirk 10 Sibatê êrîşeke dagirkirinê bir ser Garê, lê nekarî xwe zêde ragire û berî da bikaranîna çêkên kîmawî.

Piştî êrîşa dagirkeran û kuştina 13 dîlên xwe, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar li xwe mukir hat ku wan, gaza rondikrêj bi kar aniye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji Stêrk TV re axivîbû û gotibû dewleta Tirk li dijî Garê çeka kîmawî bi kar aniye û banga şandina komîteyeke lêpirsînê kir.

Berpirsê Bijîşkên Navnetewî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nuklerî (IPPNW) yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got:

“Di şerê li ser Garê de, wêne û dîmen ne têrker in û divê mijar zanistî were lêkolînkirin.

Li Sûriyê jî pir zehmet e ku mirov bikaranîna gaza kîmawî piştrast bike”.

Dewleta Tirk berî Garê, çekên kîmawî di êrîşên xwe yên dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê de jî bi kar aniye.

Di 10 Cotmeha 2019 de, laşê zarokê bi navê Mihemed ku bi fosfora spî hatibû şewitandin, şahidiya vê yekê dike.

Dr. Penteker hebûna van çekan di destê Tirkiyê de bi dûr nexist, û got “tevî Tirkiyê endama NATO ye jî dibe ku di destê wê de çekên kîmawî hebin”.

Jixwe Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) Tirkiye ji sala 1997’an bikaranîna her cure gazên Kîmawî li deverên gritî qedexe kiriye.

https://youtu.be/Hox-Npk0tmQ

Back to top button