Ji 22 jinên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, jê 6 hatin girtin

Ji 22 jinên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, jê 6 hatin girtin, dema binçavkirina 8 jinan jî 48 saatên din hate dirêj kirin.9 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî jinan li bakurê Kurdistanê didome.

5’ê Nîsanê li Amedê di serdegirtina malan de 22 jin hatibûn binçavkirin.

Ji jinên hatin binçavkirin 6 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya wan hat girtin ji 22 jinan, 6 hatin girtin, 9 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Cezayê hebsa malê dan jinekê, dema binçavkirina 8 jinan jî hat dirêjkirin.

Back to top button