Li Strasboûrgê Nobeta azadiyê di hefteya 618’an de didome

Li Strasboûrgê Nobeta Azadiyê di hefteya 618’an de didome.
Beşdarvanên nobetê diyarkirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya xwe bidomînin.

‘Nobeda Azadiyê’ ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve dewam dike.

Nobedarên hefteya 618’an welatparêzên bi navê Fatma Hemo, Cemîl Mûhammed, Elyan Huseyîn û Ahmet Bagok in ku ji bajarê Munster ê Almanyayê tevlî çalakiyê bûne.

Elyan Huseyîn anî ziman ku ji ber dîlgirtina 25 salan a Rêber Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûne û got, “Her Kurdek, ciwanek, dayikek, mêrek, zarokek em dest bidin hev, bibin yek dil, li dijî tecrîdê rabin.”

Cemîle Mûhammed jî diyar kir ku ew azadiya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe dixwazin, ji bo vê jî bi şev û roj li ser piyan e.

Fatma Hemo jî got, “Sê sal in em nizanin bê rewşa Rêberê me çi ye. Eger em nebin yek em ê nikaribin azad bibin. Em dest bidin hev û welatê xwe azad bikin.”

Back to top button