Germahiya zêde li gelek welatan bû sedema mirinan

Li seranserî cîhanê germahiya zêde dibe sedema gelek mirinan.
Bi taybetî welatên ereban û Afrîkaya bakur ji vê germahiya zêde bandor dibin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji sedî 45,8 li Asyayê, ji sedî 36,5 li Ewropayê, ji sedî 11,6 li Amerîkayê, ji sedî 5,2 li Afrîkayê, ji wan ji sedî 0,8 li parzemîna Okyanûsê mirine.

Digel ku li gelek welatên cîhanê rekorên herêmî li gel rekora germahiya gerdûnî hatin tomarkirin, pêlên germê mirin bi xwe re anîn.

Germahiya bilind li Sahel û deverên rojavayê Afrîkayê ji dawiya Adarê ve dest pê kir.

Dema termometreyên li Malî di 3’ê Nîsanê de 42,5 pile nîşan dan, rayedaran ragihandin ku di 4 rojên destpêkê yên Nîsanê de 102 kesan bi awayekî ne asayî mirin.

Rayedaran ragihandin ku nîvê kesên mirine kesên ji 60 salî mezintir in û dibe ku germa zêde di mirinan de rola xwe hebe.

Li Bangladeşê ji ber pêla germê ya serê Gulanê herî kêm 15 kes mirin û gelek saziyên perwerdeyê hatin girtin.

Di 29’ê Gulanê de li New Delhiya paytexta Hindistanê bi 52,9 pile germahiya herî bilind a hemû deman hat tomarkirin.

Herêmeke din a ku germa zêde lê bandor bû Amerîkaya Bakur bû.

Li gorî daneyên Saziya Hewayî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), bi taybetî Meksîka û eyaletên başûrê rojavayê Amerîkayê ji serê meha Hezîranê û vir ve di bin bandora pêleke germê de ne.

Li gor daxuyaniya Zanîngeha Otonom a Neteweyî ya Meksîkayê (UNAM) di 15 rojên dawîn ên meha gulanê da germahiya herî zêde ya di dîrokê da hat qeydkirin û li 14 eyaletan germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas bû.

Ji ber germê mirin zêde dibin

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), dema ku di navbera salên 2000-2004 de bi navîna 2017-2021 re were berhev kirin, mirina ji ber germê di mirovên ji 65 salî mezintir de ji sedî 85 zêde bûye.

Li cîhanê di navbera salên 2000 û 2019’an de her sal bi giştî 489 hezar kes ji ber germê mirine.

Ji sedî 45,8 li Asyayê, ji sedî 36,5 li Ewropayê, ji sedî 11,6 li Amerîkayê, ji sedî 5,2 li Afrîkayê, ji wan ji sedî 0,8 li parzemîna Okyanûsê mirine.

Li gorî rêxistinê, îxtîmala pêlên germê yên wêranker ên li Hindistan û Pakistanê di sala 2022’yan de ji ber guherîna avhewayê 30 qat zêde bûye.

Back to top button