UNRWA: Ger li Xezayê agirbest çênebe dê nifşek winda bibe

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini hişyarî da û destnîşan kir ku heke li Şerîda Xezayê agirbest pêk neyê dê nifşek ji holê rabe.
Her wiha roja Pêncşemê, tankên Îsraîlî ber bi rojavayê bajarê Refahê ve pêşde çûn.
Di tevahiya rojê de bajar bi helîkopter, dron û topan hejiya.
Li aliyê din li gorî ajansa Îsraîlî, şandeya Îsraîlî wê neçin danûstandinan heta ku Hamas ragihîne ku ew amade ye vegere ser pêşniyarên Serokê Amerîkayê Joe Biden.

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini hişyarî da û destnîşan kir ku heke li Şerîda Xezayê agirbest pêk neyê dê nifşek ji holê rabe.

Komîserê Giştî yê UNRWA’yê diyar kir ku li Şerîda Xezayê gelek kes mirin û birîndar bûn û kesên rizgarbûyî jî travmayeke kûr dîtin.

Philippe Lazzarini anî ziman ku di encama êrişên Îsraîlê de dibistanên zarokan wêran bûne û tevahiya sala xwendinê bêyî perwerde û lîstikan ji dest dane.

Lazzarini diyar kir ku ji ber êrîşan zarokatiya zarokên li Xezayê ji destê wan hat girtin û banga agirbestê kir.

Tankên Îsraîlî ber bi Refahê ve diçin

Her wiha roja Pêncşemê, tankên Îsraîlî ber bi rojavayê bajarê Refahê ve pêşde çûn.

Di tevahiya rojê de bajar bi helîkopter, dron û topan hejiya.

Niştecihên Refahê diyar kirin ku roja Pêncşemê bajar rastî bombebaranên ku heta niha hatine kirin, hatin.

Êrîşên berdewam ên li ser bajarê Refah hinek ji zêdetirî milyonek kesên ku xwe spartibûn bajêr neçar kirin ku careke din koçber bibin.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku milyonek kes li Xezayê dê heta nîvê Tîrmehê bi mirinê an birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû ku ewê şandina hin çekan ji Îsraîlê re rawestîne.

Ji ber ku plana çarenûsa sivîlên ku di pêkanîna operasyoneke bejahî de dê ji cih û warên xwe derbikevin, nehatiye pêşkêşkirin.

Lêbelê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û kabîneya wî ya şer bi her awayî êrîşî bajêr kirin.

Li gel vê jî Bîden hê jî sewqiyata çekan sist nekiriye û gotiye “Îsraîl operasyoneke berfireh nekiriye”.

Îsraîl: Heta ku Hemas pêşniyara biden pêk neyine danûstandin çênabin

Li aliyê din li gorî ajansa Îsraîlî, şandeya Îsraîlî wê neçin danûstandinan heta ku Hamas ragihîne ku ew amade ye vegere ser pêşniyarên Serokê Amerîkayê Joe Biden.

Di nûçeyê de hat ragihand ku Amerîka, Misir û Qeter fişarê li Hamasê dikin ku ji daxwazên wan ên ji bo guhertinên girîng ên xalên rêkeftinê paşde vegere.

Meha borî, Biden planek sê qonaxan ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê ragihand.

Şerê Îsraîl-Hemas: 251 roj

Back to top button