Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivîskarê Misirî Îbrahîm eşkere kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhiltê Sûriyê sûcan pêk tîne û derbarê Xezayê de durûtiya siyasî dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûna 2023’yan ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine.
Di encama êrişan de 10 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nivîskarê Misirî Îbrahîm Şaban axivî.
Îbrahîm Şaban diyar kir ku helwesta rejîma Tirk a li hemberî Xezayê û pêkanînên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê durûtiya wê nîşan didin û wiha got:
“Dewleta Tirk serdestiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê binpê dike.
Nabe dewleteke li ser hesabê welatekî din ewlehiya xwe ava bike.
Dem hatiye ku li hemberî sûcên Tirkiyê tevgereke bê kirin.”
Nivîskarek ji Misirê: Divê hêzên Tirkiyê ji Sûrî were derxistin
Şaban dazanîn ku gelek delîl ku têkiliyên tirkiyê bi rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El Nusra re îsbat dikin, hene û ev bang kir:
“Divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyê û Başûrê Kurdistanê werin derxistin.
Em bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê dikin ku dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi dawî bikin.”
Hesan El Selman: Êrişên li ser binesaziyê binkeftina Tirkiyê nîşan dide