Li dijî bêdengiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, pêngavek îmze komkirinê li parlamentoya Iraqê hate destpêkirin.
Di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrişekî berfireh a dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê destpêkir.
Li gel êrişan de bi balefirên bi çek û bê mirov xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û welatiyan dike hedef.
Serokwezîrê Iraqê heya niha li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ti helwestek nîşan nedaye û bêdengiya xwe diparêze.
Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamentoya Iraqê pêngavek a komkirina îmzeyan ji bo lêpirsînkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye destpêkirin.
Ji parlamentoyê jî hat xwestin derbarê mijarê de civîneke awarte lidarbixe.