Serokeşîrên Şengalê diyarkirin ku divê kesên ku bûne sedema fermanê bêne eşkerekirin û malbatên qurbaniyên Şengalê tevlî dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ’ê bibin .
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrişî Şengalê kirin,bi hezaran kes qetilkirin, revandin û firtoin heya niha jî bêdengiya li hemberî qirkirina êzidiyan dewame.
Derbarê dadgehkirina çeteyeyên DAIŞ’ê de, serokeşîrên Şengalê ji ajansa Roj News re axivîn.
Ji serokeşîrên Şengalê Xelef Tala da zanîn ku Êzdiyan ji her kesî zêdetir zilama DAIŞ’ê dîtîye ,bi dehan malbat hene tu agahî ji wan nayê girtin.
Xelef got; ”Pêwîste malbatên qurbaniyên fermanê di dema darizandina çeteyan de amade bin û daxwaza mafê xwe bikin .”
Serokeşîrek din yê bi navê Feqîr Berekat da zanîn ku hikûmeta Îraqê destûr nade gelek gorên komî bêne vekirin û bêrêziyê li wan dike .