Li nuqteya artêşa Iraqê ya rojavayê Şengalê teqînek mezin rû da

Îro di danê sibehê de tevgereke zêde ya balafirên bêmirov li ser asîmanê Şengalê hebû.
Piştî tevgera balafiran li nuqteya artêşa Iraqê ya li rojavayê Şengalê teqîneke mezin rû da.

Di saetên serê sibê de li ezmanê Şengalê û ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevgera balafirên bêmirov çêbû.

Lê nehat zanîn bê ka balafirên bêmirov aîdê kê ne.

Piştî tevgera balafiran li nuqteya artêşa Iraqê ya li rojavayê Şengalê teqîneke mezin rû da.

Dengê teqînê ji navenda Şengalê jî hat bihîstin.

Piştî teqînê dûmaneke reş bi ser nuqteya leşkerên Iraqê ket.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, teqîn ji ber bombebarana balafirên bêmirov qewimiye.

Lê leşkerên Iraqê yên li wir bi cih bûne gotin ku cebilxaneya wan hedef hatiye girtin û teqiyaye.

Back to top button