Ciwanê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da

Çeteyan ku gule li ciwanekî Efrînî berdabûn û birîndar bûbû, îro wî ciwanî jiyana xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê diyar kir ku 18’ê Hezîranê 2 ciwan hatin gulebarankirin.

Cemal Mihemed Elî 26 salî û Mihemed Welîd Elîko ê 22 dema ji Efrînê vedigeriyan gundê xwe rastî gulebaranê hatin.

Her du ciwan ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên El Emşat ve li ser rêya gundê Coqê û Dargirê hatin gulebarankirin.

Rêxistin Mafên Mirovan diyar kir ku Cemal Elî ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê 2 ciwan kirin armanc û şahidekî bûyerê jî revand

Back to top button