KCK: Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst bi xwe bike

Kordînasyona KCK’ê, KJK’ê û Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo mexdûrên şewatê bang li her kesî kirin ku bi gelê Şemrexê û Çinarê re alîkarî û piştevaniyê xurt bikin.”

Konseya Rêveber a KCK’ê jî têkildarî şewatê bi lezgîn daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê bi tundî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker ku bûye sedema êşên gel şermezar kir, ji gelê Şemrexê û Çinarê re sersaxî xwest û got:

Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst bi xwe bike.

Li dijî vê fermana qirker a mêtinger têbikoş e, hesab bixwaze û hevgirtina xwe bidomîne.

Konseya Rêveber a KCK’ê jî bang li her kesî kir ku bi gelê Şemrexê û Çinarê re di nava piştevaniyê de bin.

KJK: Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê heye

Têkildarî şewatê ji Koordînasyona KJK’ê jî daxuyanî hat dayîn.

KJK’ê diyar kir ku li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê ya mêtinger, qirker heye.

Divê bi berxwedana topyekûn û ruhê avakirinê li dijî kiryarên rejîma qirker were rawestandin.”

Heyva Sor a Kurdistanê bang kir: Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin

Heyva Sor a Kurdistanê jî têkildarî şewata li navçeya Şemrex û Çinarê daxuyaniyeke nivîskî da û banga alîkariyê kir.

Heyva Sor diyar kir ku divê em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin û got:

“Wek saziya alîkariyê em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfaya lezgîn dikin.

Wek berê vê carê jî, em yekser bikevin nava hewldanên pêçandina birîna welatiyan.

Ji bo mexdûrên şewatê, emê alîkariya madî berhev bikin û di zûtirîn dem de pêdiviyên kesên mexdûr bicih bînin.

Ji ber vê banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên me heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr bikin.

Li gorî wê hûn dikarin bi van rêyan, alîkariya xwe bighînin Heyva Sor a Kurdistanê.

  • Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
  • Kreissparkasse Köln
  • IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
  • BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Back to top button