Şêniyên Tebqayê: Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe me ji axa me dûr bixe

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewam in.
Şêniyên Kantona Tebqayê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk nikare wan ji axa wan dûr bixe.

Şêniyê bi navê Mihemed El Mûselî anî ziman ku Projeya neteweya Demokratîk wê li bêşiya pêkanîna armancên dewleat Tirk bibe mertal û got:

“Tirkiyê ji van êrîşan armanc dike şêniyan koçber bike, Projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Lê bi saya xwedîderketina şêniyan li Rêveberiyê û Projeya wê, ev armancên dewleta Tirk bi bin ketin.

Em ê li ser bingeha mafê parastina rewa em ê xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin.”

Ebdurehman El Îsa jî anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk nikare wan ji axa wan dûr bixe û got:

“Hêzên me yên leşkerî dê li hember êrişan li ber xwe bidin.

Em jî gelê herêmê divê piştgiriya wan bikin.”

Back to top button