Li Mexmûrê şehîd Zozan û Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk de şehîdbûn, hatin bibîranîn

Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Mihemed Gabar û Hevjîna wî Zozan Omer yên ku di dîroka 14’ê Hezîranê de li Qamişlo bi êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bibûn hatin bibîranîn.

Li Mexmûr’ê Şehîd Mamosta Mihemed Gabar û Hevjîna wî Zozan Omer di yekemîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê bavê Şehîd Mihemed Gabar, Evdirehman Gabarî axivî.

Evdirehman Gabarî balkişand li ser girîngî û nirxên şehîdên azadiya Kurdistanê li pey xwe dihêlin û wiha got:

“Em wek gelê Kurd gelek caran rastî van êrişên dij mirovahiyê hatine.

Me wek gelê Kurd soz daye emê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin û li ser rêya wan bin.”

Şehîd Mimemed û hevjîna wî li wargeha Mexmûrê hatin bibîranîn

Back to top button