Pêla germê li gelek welatên Ereban ket

Gelek welatên Erebî duh rastî pêleke germ a dijwar hatin ku wê di rojên pêş de jî berdewam bike.
Erebîstana Siûdî, Misir, Iraq, Kuweyt, Qeter, Îmarat, Urdun, Filistîn, Sûriye, Lîbya û Tûnis ketin ber pêleke germ a tund.
Lê fikar hene ku germa zêde bibe sedema şewata daristanan.

Pêla germê li gelek welatên Ereban ket.

Germahiya zêde ji parzemîna Afrîkayê li Misrê, Urdin, Filîstin û Sûriyê bibe sedema bilindbûna berçav a pileya germê.

Tê pêşbînîkirin ku li deverên cuda yên Kuweyt, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî û li hin herêman wek bajarê Eyn ê Îmaratê û Mekke û Medîneyê germahî ji 40 pile derbas bibe.

Li Erebîstana Siûdî germahî bandorek neyînî ava dike

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, bi rêya hesabê xwe yê X’ê li ser germahiya herî zêde ya li welêt eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku werza hecê ya îsal ji ber zêdebûna germahiya hewayê bi dijwariyek mezin re rû bi rû ye.

Li gor Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî Navenda Meteorolojiye ya Neteweyi ya Erebistana Siûdi duh ragihand ku germahiya hewaye li “Cihên Pîroz” di mewsima hecê ya îsal da di navbera 45-48 pileyî de.

Li Misrê hişyariya hewaya germ

Ajansa Meteorolojiyê ya Misirê di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku pêleke germê ya tund li piraniya herêman dê ji 13’ê Hezîranê heta 15’ê Hezîranê bigihêje asta herî bilind.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rasterast ji tîrêjên rojê dûr bikevin.

Iraq bi pêla germê re rû bi rû ye

Di nûçeya malpera El-Sumaria ya Iraqî de hat destnîşankirin ku tê pêşbînîkirin ku Iraq bi taybetî herêmên naverast û başûrê wê bikeve bin bandora pêleke nû ya germê.

Di nûçeyê de hat gotin ku li Iraqê ji 15’ê Hezîranê pê ve germahiya hewayê hêdî hêdî dest pê dike.

Rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê bigihêje lûtkeyê û li bajarên naverast û başûr jî pileya germê dê ji 50 pile derbas bibe û bigihêje 52 pileyî.

Germahiya hewayê bandor li Tunisê kir

Li bajarê Remada yê parêzgeha Tetavîn a li başûrê Tûnisê duh pileya germahiyê 47 pile hat pîvan.

Ev germahî her sal li ser asta asayî ya meha Hezîranê zêde bû.

Di daxuyaniya Enstîtuya Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Tûnisê de hat destnîşankirin ku germahiya hewayê li herêmên bakur kêm bûye, li bajarê Bizertê jî pileya germê 28 pile ye.

Li gorî amarên fermî, germahiya duh li Remadayê hat tomarkirin, nêzîkî 20 pile ji germahiya heman heyama salên borî zêdetir bûye.

Back to top button