Li Yemenê keştiya koçberan binav bû

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) di encama binavbûna keştiya ku penaber û koçberên ji Kevana Afrîkayê diçû Yemenê, 49 kes mirin û 140 kes jî winda ne.

Hat ragihandin ku keştiya ku di 10’ê Hezîranê de noq bû, bi qasî 260 kesên ku piraniya wan ji Etiyopya û Somaliyê bûn, 320 kîlometre ji peravên Bakurê Somaliyê diçû û di ser Kendava Adenê re diçû Yemenê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 71 kes hatin rizgarkirin û ji wan 8 kes rakirin nexweşxaneyê, di nav miriyan de 6 zarok û 31 jin jî hene.

49 kes mirin û 140 kes jî winda ne

Di meha Nîsanê de 62 kesan di du qezayên keştiyê de ku li peravên Cîbûtî dema dixwestin xwe bigihînin Yemenê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku di rê de hezar û 860 kes mirin an jî winda bûn û 480 ji wan xeniqîn.

Li peravên Yemenê keştiya penaberan binav bû

Back to top button