NY artêşa Sûdan û Hêzên Piştigirya Bilez xist lîsteya cihê şermê

Li gorî rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî artêşa Sûdanê û Hêza Piştgiriya Bilez ji ber binpêkirina mafên zarokan xist ‘lîsteya cihê şermê’.

Rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wê roja Pêncşemê bi rengekî fermî bê weşandin.

Di raporê de qala binpêkirina mafên zarokan a kêmî 18 salî yên li bîst herêmên şer ên cîhanê dike.

Di raporê de berpirsyarên kuştin, seqetkirina zarokan, tevlîkirina li leşkeriyê, revandin û destdirêjiya li zarokan weke lîsteyekê tê ragihandin.

Di raporê de bi taybetî şerê navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Abdul Fettah el Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Bilez a bi serkêşiya hevrikê wî Mûhammed Hamdan Daglo yê ji Nîsana 2023’yan û vir ve tê lêkolîn.

Di raporê de biryar hate dayin ku artêşa Sûdanê ji ber berpirsiyariya xwe ya di birîndarkirin û kuştina zarokan de, Hêzên Piştgiriya Bilez jî ji ber berpirsyariya êrişên li ser dibistan, nexweşxane, destdirêjiyê û tevlîkirina zarokan a li leşkeriyê, li nava ‘lîsteya cihê şermê’ bêne bicihkirin.

600 zarokên li Sûdanê ji birçîna mirin

Back to top button