Ji sala 2021’ê ve dewleta Tirk 5 hezar û 45 caran bi çekên Kîmyewî êrîşî gerîla kir

Ji sala 2021’ê û vir ve dewleta Tirk di çarçoveya konsepta ‘Plana têkbirinê’ de di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên Kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî gerîla kir.
Êrîş hîn jî dewam dike.

Ev dora 40 sal in li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla li dijî dewleta Tirk a qirker berxwedaneke bêhempa tê kirin.

Gerîla di nava deh salan de timî bi pêş ve diçe.

Dewleta Tirk, desthilatdariya şerê taybet a faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan di Sibata 2018’an de li Xakûrkê, 2019-2020 Heftanîn û di Sibata 2021’an de êrîşê Garê Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Di êrîşa Garê de bombe, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikar anîn.

Li hember wê jî gerîla destûr nedan ku artêşa Tirk serweriya xwe li herêmê pêk bîne.

Ji ber vê yekê jî artêşa Tirk gaza kîmyewî ya jehrî û madeyên teqemeniyê yên qedexekirî bi kar anî û xwe ji herêmê vekişand.

Bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya têkçûnê ye.

Piştî 2 mehan artêşa Tirk li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşê kir.

Tevî ku dewleta tirk qanûnên naveteweyî binpê dike, saziyên navneteweyî çavên xwe li vê rewşê digirin.

Ji ber ku desteka NATO’yê heye ku Tirkiyê sûcekî wiha didomîne.

Di nava 4 salên dawî de gerîla hem ji aliyê dîtbarî hem jî bi belgeyên nivîskî, bikaranîna madeyên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên tirkiyê bi raya giştî re parve kirin.

2021: Tirkiyê 256 caran bi çekên Kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî gerîla kir

Artêşa Tirk di 2021’an 256 carî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên jehrî li dijî gerîla bikar anîn.

2022: Tirkiyê 3 hezar û 280 carî gazên Kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di 2022’an digot wê Zap, Avaşîn û Metînayê di nava 2-3 hefteyan de dagir bike.

Tevî ku bi teknolojiya şer a herî modern, bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar anîn û desteka PDK’ê jî girt, nekarî planên xwe pêk bîne.

Tirkiyê 3 hezar û 280 carî gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî li dijî gerîla bi kar anî.

2023: Tevî biryara bêçalakîtiyê jî bi çekên qedexe û Kîmyewî 1047 caran êrîş hate kirin

Di 2023’an de jî ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li Tirkiye û Kurdistanê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê tevî êrîşên di 9’ê Sibatê de jî ragihandibû ku biryara bêçalaktiyê dane.

Tevî vê biryarê artêşa Tirk êrîşên xwe nedan sekinandin.

Artêşa Tirk di sala 2023’yan de 1047 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîşî gerîla kir.

2024: di 5 mehên ewil de 351 caran teqemeniyên Kîmyewî û qedexe hatine bikaranîn

Di 2024’an de jî artêşa Tirk bi gaza kîmyewî êrîşên xwe domandin.

Di 5 mehên ewil yên sala 2024’an de artêşa Tirk 351 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîş biriye ser gerîla.

Back to top button