Agir bi parzûngeheke petrolê ya Hewlêrê ket: 14 karmend birîndar bûn

Li Başûrê Kurdistanê, duh agir bi parzûngeheke petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêrê ket.
Şewata ku îro jî dewam kir piştî 20 saetan hat kontrolkirin.

Berdevkê Parastina Sivîl ya Hewlêrê Şaxewan Seîd têkîldarî şewatê daxuyaniyek da û wiha got:

“150 karmend û leşker ji bo konrolkirina şewatê xebitîn.

Pêşiyê ji sedî 80’yê agir hatibû kontrolkirin, lê ji ber bilindiya pileyên germayê û bayê zêde agir derbasî depoya duyemîn bû û ji kontrolê derket.”

Seîd diyarkir ku di şewatê de 14 karmend birîndaran û 4 wesayîtên parastina sivîl jî şewitîn.

Piştî 20 saetan şewat hat vemirandin

Bi destwerdaneke dem dirêj re piştî 20 saetan şewat hate kontrolkirin.

Lê heta niha jî sedema derketina şewatê nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku di hefteyên dawî de gelek caran agir bi navendên bazarê, depo û nexweşxaneyan ket.

Hin komên paramîlîter ên nijadperest ên bi piştgiriya Tirkiyê berpirsyariya şewatan girtin ser xwe.

Li gorî hin îdiayan jî kurê Serokomarê Tirkiyê Bîlal Erdogan ji bo bikaribe li Başûrê Kurdistanê herêma bazarê bikire û têxe bin kontrola xwe bi şewatên ku derdixe welatiyan mecbûrî terka ji wir dikin.

Back to top button