Gerîlayên Azadî yên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor nefes li arteşa Tirkiyê çikandiye.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre, hem ji bejahî û hem jî hewayî ve qadên wan bombebaran dike.
Li dijî her cure êrişê, HPG eşkere kir ku hêzên wan tedbîrên xweparastinê pêş xistiye û got:
Lewma dive kes bawerî bi derewên medyaya şerê taybet yê Tirkiyê neyne.
Ji bo şikandina berxwedaniya gerîla Arteşa Tirkiyê tevî hemû teknîka xwe û bi piştgiriya hêzên hevkar êriş dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bombebaranên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG: Arteşa Tirk bi êrişan hewl dide têkçûna xwe veşêre
HPG diyar kir ku arteşa Tirk ku derbên giran dixwe, hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêre û wiha got:
Artêşa dagirker a ku li hemberî îradeya gerîla xitimiye, bê navber Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike. Ev yek nîşan dide ku çiqas bêçare maye. Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizane di bombebaranên bejahî û hewayî de ti windahiyên me çênebûne.
HPG: Divê ti kes bawerî bi derewên medyaya Tirk neyîne
HPG destnîşan kir ku hêzên wan tedbîrên xweparastinê li dijî her cure êrişê pêş xistiye û ev tişt anî ziman:
Lewma divê ti kes bawerî bi derewên medyaya şerê taybet a artêşa dagirker neyîne.
HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin
Di dewamê de HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe ên li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wan ev agahî parve kir:
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
Navbera 18-23’ê Mijdarê gerîlayên HPG-YJA Starê bi taktîkên cuda li dagirkeran dan.
Di encamê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin, kamerayek mobese hate bêkêrkirin.
Her wiha 3 çeper jî hatin derbkirin.
HPG: Herêmên Zap-Metîna 22 caran hatin bombekirin
Li ser êrişan jî HPG’ê eşkere kir ku li hêrêmên Zap û Metînayê bi giştî 22 caran bi çekên qedexe û dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.