Li Efrînê şer: 2 çete hatin kuştin, 4 niştecih birîndar bûn

Li Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hin aliyan de şer derket.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye têkildarî şerê çeteyan daxuyniyekî da û got:

“Ji ber desteserkirina erdekî ji aliyê çeteyên “Ceyş El Nuxbe” li kela Nebî Horî şer di navbera niştecihên ji êla El Muwalî û çeteyên nav bûrî de rû da.

Di encamê de, 2 çete hatin kuştin û 4 niştecih ku di nav wan de zarok û jinek jî hene birîndar bûn.”

Rêxistinê diyarkir ku çeteyên “Ceyş El Nuxbe” bi hinceta ew erd dikevin bin kontrola wan de êrîşî êla El Muwalî kirin.

Lê di rastiyê de ew erd yê welatiyekî Efrînê ye ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe hatiyê koçber kirin.

Rêxistinê dazanîn ku pêvçûn didome û êla El Muwalî jî sewqiyatên leşkerî anîn herêmê.

Back to top button